Road

Ji bo guherînê ber bi agahîya çalakbar ve: dîyaloga bi Bakur û Rojhilata Sûriyeyê re

Ew proje ji alîyê sazîya fînî Emmaus Jokioinen ve tê birêvebirin. Hevkarên me yên li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Zanîngeha Rojava, Komîsyona Tendirustî û Hawirdorê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û sazîya hawirparêz Keziyên Kesk in. Di planê de, hevkarîya aktorên perwerdehîyê yên Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî heye. Proje ji bo sala 2025an, piştgirîya Maj and Tor Nessling Foundation standiye.

Zanîngeha Rojava di zanîstên mirovî û civakî de xwedî têkilîyên xurt ên navnetewî ye. Lê belê, di qada zanîstên xwezayî û endezyarîyê de, pisporên nû hewce ne ku di asta lîsans, lîsansa bilind û lêkolînê de bi rêya xurtkirina agahîya herêmî, hewlên xweserî û berdewamî ya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi pêş bixe.

Di nav erkên beşa tendirustî û hawirdorê ya Rêveberîya Xweser de ji nû ve avakirina ekolojîk a binsazîyên enerjîyê heye ku ew ji alîyê bombebarankirina dewleta tirk ve hatibûn hilweşandin. Li gel bipêşxistina agahîyên herêmî, ew kar alîkarîya pisporan yekser hewce dike da ku çareserîyên pratîk û domdar bibînin û tetbîq bikin. Lewma, Komîsyona Tendirustî û Hawirdorê hem ji bo alîkarîya hewldana dîtina hevkarîyên demdirêj ên navnetewî ya zanîngehê hem jî ji bo danûstandina raman û agahîyan a bi pisporên biyanî re, beşdarî projeyê dibe.

Armanca Keziyên Kesk ew e ku bi sazîyên hawirparêz re têkilîyên navneteweyî ava bike û ji bo berhevkirin û sazkirina lêkolînên li ser xwezaya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê alîkarîyê bi dest bixe. Her wiha, ew dixwazin ji bo bilindkirina hişmendîya hawirparêz, di komên cuda yên herêmî de derfetê bibînin û ramanên xwe parve bikin.

Emmaus Jokioinen

Emmaus Jokioinen sazîyeke civakî ye û ji sala 1977an ve ji bo jiyana cihêreng, azad û domdar dixebite. Di nav şer û felaketên jîngehî de, çareserîyên ku alîkarîya yekîtî û cihêrengîya jiyan, xweza û civakê dikin ji her demê girîngtir in. Armanca Emmaus Jokioinen piştgirîya kom û civakên ku wekhevîya mirovahîyê û jiyana domdar bi pêş dixin e û ji bo lêgerîna mezinbûna aborî, afirandina alternatîf ên radîkal e. Armanca me beşdarbûna hewldanên avakirina dinyayekê ye ku ew ji kedxwarîyê dûr e û ji bo her kesî jiyanekê pêşkêş dike.

Bersivên bidestxistina civaka domdar, azad û wekhev bêhempa ne û divê ji derveyî Bakurê cihanî were dîtin: ji konfederalîstên demokratîk ên Rojhilata Navîn, Zapatîstayên Amerîkaya Latînî û Adîvasîyên nîvparzemîna hîndî. Amûrên çalakîyên Emmaus Jokioinen ji alîyê hevkarên herêmî ve tên diyarkirin. Armanca me ne tenê piştgirîyê ye lê hînbûnê ye jî.