
Ji bo guherînê ber bi agahîya çalakbar ve: dîyaloga bi Bakur û Rojhilata Sûriyeyê re
Armanca vê projeyê ew e ku li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê perwerdehîya zanist û teknolojîyê xurttir bike û agahîya zanistî hem ji bo parastina jîngehî hem jî ji bo avakirina binesazîya mayinde gihiştbar bike. Di heman demê de, em hewl didin bi rêya diyaloga zanistvan û sazîyên hawirparêz ên wan du deveran, ramana taybet û tevgir a hawirparêz a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di nîqaşên Bakurê Ewrupayê de bi cih bikin û li Fînlendayê, veguhastinên mayinde leztir bikin.